PARÎS – Piştî agahiya roja 27ê Reşemiyê ya ku wezîrê karên hundirîn yê Tirkê faşîst vegotibû ‘Li girava Îmraliyê da şewat derketiye’, li çar aliyê Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê çalakî berdewam in. Îro saet 15.50an da li Gare de l’Esta Parîsê ciwanên Kurd yên ku hatin li cem hev, çalakiyeke sivîl ya bêîtaetî li dar xistin.
Çalakiya di bin hemleya Nehêle da, bi dirûşma ‘Rê Nede Tecrîdê’ ciwanan xwest ku parêzerên Buroya Hiqûkê ya Sedsalê û desteyeke serbixwe bi Rêberê Gelan Ocalan ra hevdîtinekê pêk bînin û agahiyên zelal bidine raya giştî.
Ciwanan xwestin raya giştî ya navneteweyî jî li hemberî pergala îşkenceyê û tecrîda li Îmraliyê bikevin nav lebatê. Gotin ku heta daxwazên me neyên cî, em ê bênavber di nav çalakiyan da bin. Dema çalakî dihate kirin, destek û eleqeya kesên li der û dorê jî xuya bû. Wê demê kesekî faşîst xwest ku êrişê çalakvanan bike lê belê polîsên Fransî mudaxile kirin.
Bi posterên Rêberê Gelan Ocalan, bi zimanên Kurdî û Fransî dirûşmên “Azadî ji Ocalan ra”, “Rê Nede Tecrîdê ” ji aliyê ciwanan va hatin gotin. Piştî 40 deqeyan ciwanan çalakiya xwe bi dawî kirin.