STRASBOURG– Li hemberî “şewata biguman” a li Girava Îmraliyê, hêrsa ciwanên Kurd aş nabe.
Ciwanên Kurd ên ku li Balafirgeha Strasbourgê kom bûne, li vir çalakiya serkêşiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên ku li balafirgehê di guncana pêngava ‘Nehêle’ de bi diruşmeya “Tecrîdê Nehêle” dest bi çalakiyê kirine, posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan vekirin û bi zimanê Kurdî û Fransî diruşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Ji Ocalan re Azadî” avêtin. Ciwanên ku bi zimanê Fransî panqarta “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistan re Statû” vekirin, ji bo ku Parêzerên Xebatgeha Dadê ya Asrinê û şandeyek serbixwe bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin û ji rayagiştî re agahiyeke zelal bidin çalakiya xwe kirine.
Di çalakiya ku bala mirovan kişand de, belavokên ku bi zimanê Fransî rewşa dawî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan vedibêje, hate belavkirin.
Çalakiya ku nêzî seateke berdewam kir, bi diruşmeyên “Bijî Serok APO” re qediya.
Piştî çalakiyê dema ku ciwan belav bibin, polîsan ji 5 ciwan re pirsiyara nasnameyê kirin û ji binçavkirinek kin şûnde jî serbest berdan.