ENQERE – Doh êvarê li Enqereyê li dijî servîsa Tirkiyeyê ya ajansa nûçeyan a Rûs Spûtnîkê êrişeke nîjadperestî hate kirin. Piştî êrişê 3 rojnamevan serê sibehê hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku rojnamevan ji ber nûçeya bi sernavê “Eyaleta dizî: Hatay beriya 80 salan çima ji aliyê Fransayê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin” hatin binçavkirin.