AMED – Komeleya Nûçegihanên Dîcle Firatê (DFG) derbarê nûçegihanên ku îro hatine binçavkirin daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin piştî derba giran a leşkerî ku Tirkiyê li Idlibê xwar, rageşî zêde dibe, bi êrîşan re li ser medyaya sosyal astengî têne danîn û armanc ji vê ew e ku gel xwe negihîne agahiyan, tenê ji yek kanê nûçeyan bidin.
Di daxuyaniyê de hate gotin nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Idrîs Sayildan, Nacî Kaya, nûçegihanê Rûdawê Rawîs Stêrk û kameravan Mehmet Şîrîn Akgûn hatine destgîrkirin û her wiha hate bibîrxistin Rêveberê Weşana Giştî ya Yakin Dogu Haberê Alptekîn Dursunogl jî ji ber sedema parvekirinên medyaya sosyal hatiyebinçavkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin 3 nûçegihanên Spûtnîkê jî hatine destgîrkirin û hate xwestin, hemû nûçegihan demildest werin berdan.