ŞEHBA – Xwendekar û mamsoteyên kantona Efrînê û Tevgera Ciwanên Şoreşger li kantona Şehbayê bi du daxuyaniyên cuda bang li rêxistinên navneteweyî û Yekitiya Ewropayê kirin ku bi lez mudexele bikin û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin.
Bi dehan mamoste û xwendekarên dibistanan li gundê Babnis ê girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk ji 21 salan ve siyasetên çewisandin li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne da ku vîna gelê Kurd ê têkoşer bişkîne.
Her wiha hate diyarkirin ku AKP`ê siyaseta xwe ya kirêt ji bo xapandina raya giştî ya Kurd girêdayî çaranûsa Rêber Ocalan di girava Îmraliyê de berdewam dike. Herî dawîn bûyera şewatê li girava Imraliyê di 27`ê Sibatê de derxist.
Ji aliyê xwe ve Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehbayê daxuyanî da. Ciwanan wêneyên tevgerê, Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Jina Ciwan hildan. Endama tevgerê Ala Muslim daxuyanî xwend.
Ala got: “Hûn dizanin ku ji du rojan ve, piştî bûyera şewatê li girava Îmraliyê, bi hezaran ji gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Ewropayê ji bo rakirina tecrîdê û hevdîtinên parêzer bi miwekilên xwe re Abdullah Ocalan pêk werin da ku rewşa wî nas bikin daketin qadan. Gel ditirse ku ev şewat bi zanabûn be û li ser jiyana Rêber Ocalan xeter be.”
Alaa wiha domand: “Wek Tevgera Ciwanên Şoreşger em ji dewleta Tirk re dibêjin Serok Apo ji her têkoşerek û azadîxwazek sembol e ne tenê li Kurdistanê lê belê li tevahiya cîhanê. Ocalan ronahiya ku zulmê li ser gelê me rakir. Ew hêviya bi millyonan ji gelên bindest e.”
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku sedemên şewatan bêne eşkerekirin û hevdîtin bi parêzeran re pêk werin.
Di dawiyê de çalakvanan sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bi can û xwîn em bi te re Ocalan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.