MARÎGNANE – Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate lidarxistin. Li navenda bajêr danê êvarê bi beşdariya 150 ciwanî pêk hat.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Her wiha ji bo Ocalan û li dijî Erdogan dirûşm hatin qîrîn. Ciwan heta pêşiya Şaredariya Marîgnane meşiyan û li ber Çerxa Şoreşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rê zgirtin.
Piştre bi navê ciwanan axaftina hate kirin û hate xwestin ku parêzer û malbata Ocalan karibin tavilê wî bibînin. Her wiha bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê hate kirin ku li dora Ocalan kom bibin.