LEZGÎN – Ji Yekîneyên Tolhildanê li Amedê, Riha û Enqereyê çalakî

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Soro Amed û Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Rêber li dijî tecrîd û şewata li Îmraliyê çalakî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Soro Amed de hate gotin, “Endamên me li dijî lîstikên qirêj ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li Îmraliyê dest pê kiriye, ketine nava pêvajoyeke çalakiyên bênavber. Li Riha, Amed û Enqereyê hin çalakî li dar xistin.”ÇALAKÎ

Li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

“Şeva 1’ê Adarê saet di 22:00 li taxa Eyupkent a Riha/Eyyubiyeyê, bi 2 bombeyan li dijî wesayita polîsan çalakî hate kirin. Piştî çalakiyê bi dehan wesayitên zirxî yên polîsên Tirk ên dagirker dor li herêmê girtin.

Heman şevê saet di 22:30’î de endamên me li hemberî wesayita endamê serokatiya AKP’ê ya navçeya Eyyubiyeyê çalakiya sabotajê kirin. Wesayita endamê AKP’ê hate rûxandin.

Êvara 29’ê Sibatê li navçeya Çankaya ya Enqereyê, endamên me yên yekîneyê banê avahiyeke faşîstan şewitandin.

29’ê Sibatê saet di 22:00 de li navçeya Sûrê ya Amedê endamên me bi fîşekên hewayî li dijî qereqola polîsan a Çarşi çalakiyek kirin.”

‘HETA KU HEVDÎTIN BÊ KIRIN WÊ ÇALAKIYÊN ME MEZINTIR BIBIN’

Di daxuyaniya yekîneya tolhildanê de her wiha ev peyam hate dayin:

“Dewleta Tirk a faşîst dema ku nêzî Rêberê me bû divê hezar salî bifikire. Li dijî zext û gefên li Rêberê me tên kirin Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Soro wê helwesteke tund nîşan bide. Heta ku hevdîtin bi Rêberê me re bê kirin em ê bi rengekî bênavber çalakiyên xwe bidomînin.

WAN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rêber jî li Wanê çalakiyek kir.

Li gorî daxuyaniya yekîneyê, “Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertî li taxa Xaçortê ya li navenda Wanê, li dijî firoşgeheke dewletê A101 bi bombeya deng çalakî hate kirin.”

Nivîsa Pêş