SILÊMANÎ – Ji seranserê bajarên Başurê Kurdistanê bi pêşengtiya Komîteya ji bo Rêber Apo Azadî bi şîyara “Tecrîdê Bişkîne, Faşîzmê Birûxîne, Rêber APO Azad Bike” wê sibê li Silêmanî ciwan û gel kom bibin. Li Silêmanî meşekekî navendî were lidar xistin.
Di 27’ê Sibatê rayedarên dewleta tirk a dagirker eşkere kiribû ku li Îmralî şewatekî derketî. Heta niha jî ji Rêber APO û hevalên ku li gel wî agahî nehatiye girtin. Piştî vî agahî jî li seranserê Başurê Kurdistanê çalakî tê kirin.
Di derbarê çalakiyê de ji Komîteya Amadekar Sara Nazim van agahiyan parve kir: “Ji Zaxo, Duhok, Hewlêr, Kerkûk, Ranya, Binarê Qendîl, Seyîd Sadik, Pêncwîn, Helepçe, Çemçemal, Koyê, Dukan xebat tê meşandin û gel beşdarî meşa navendî bibe. Armanca me li Silêmanî li hember pergala Îmralî deng bilind kirine. Em hedef dikin ku bi hezaran kes bimeşin. Heta ku agahiyek neyê girtin wê çalakiyên me bidomin.”
Sara diyar kir ku van saziyên tevlî meşê bibe: “Komîteya Ji Bo Rêber Apo Azadî, Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azadîxwaz ê Kurdistan, Ciwanên Welatparêz, Jinên Ciwanên Tekoşer, Nûnertiya Rêveberiya Xweser yê Başurê Kurdistanê, Meclîsa Gel ya Bakur, Nûnertiya PYD”
Meş wê di seat 15:00 an de li Baxê Giştî destpê dike heta Şeqama Salim (Seholeke) wê bidome.