NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tolhildanê yên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û li ser du çalakiyên ku dema dawî li dar xistin agahî dan:
“Milîsên Tolhildanê yên Taylan Demîrcîoglû yên HBDH’ê, di 29’ê Sibata 2020’an de li Sîlîvriyê 4 wesayitên faşîstan şewitandin. Di encama çalakiya hêzên me de wesayitên faşîstan bi temamî şewitîn.
Milîsên Tolhildanê yên Bayram Alî Akdenîz ên HBDH’ê di 2’ê Adara 2020’an de li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê saet derdora 06:00 wesayiteke veguhastina pereyan a PTT’ê bi pereyê tê de hate îmhakirin. Arkujên ku hatin cihê çalakiyê kirin nekirin nekarîn şewatê vemirînin û wesayit îmha bû.”
‘WÊ BERDÊLA TECRÎDÊ BIDIN’
Di daxuyaniya Milîsên Tolhildanê de ev peyam hate dayin:
“Bi her du çalakiyan me careke din nîşan dan; yên ku ji gel didizin û bi rengekî rehet dijîn, yên ku bi şewata li Îmraliyê derxistine polîtîkaya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin, piştevanên faşîzma AKP-MHP’ê wê rehet nekin.”
HIŞYARIYA ‘BERXWEDAN WÊ MEZIN BIBE’
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Ji 12’ê Adara 2016’an ve weke HBDH’ê bi çalakiyên xwe em hesab ji faşîzma AKP-MHP’ê û piştevanên wan dipirsin. Bi nêzîkbûna salvegera me ya damezrandinê, em careke din desthilatdariya faşîst û hevalbendên wan hişyar dikin. Wê kes ji edaleta me rizgar nefilite. Hêzên paşverû yên ku hûn pê piştrast in wê nikaribin we biparêzin. Em ê faşîzmê îmha bikin! Di sala 4’emîn a têkoşînê de berxwedana me wê mezin bibe.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan wê bi ser bikeve, em ê dijminên mirovahiyê têk bibin, dijminê jinan, dijminê karkeran faşîzma AKP’ê têk bibin.”