BEXDA – Hejmara mirovên li Iraqê bi vîrûsa Korona ketine roj bi roj zêde dibe. Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê 6 kesên din li bajarên cuda yên welêt bi vîrûsê ketine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hejmara mirovên li Iraqê bi vîrûsa Korona ne gihîştiye 27 kesî.
3 ji wan li Bexda, yek jê li Meysan, yek jî li Necefê ne. Li Iraqê vîrûsa Korona destpêkê li Necefê hatibû dîtin.
Li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê jî 4 kesên diçûn Îranê û dihatin bi vîrûsê ketin.
Ji ber şewbê Iraqê ji 20’ê Sibatê ve deriyên sînor ên bi Îranê re bi demkî girtiye û seferê balafiran rawestandiye.