NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) 1’ê Adarê li derdora bajarê Mareyê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin.
Di daxuyaniya HRE’yê de hate ragihandin ku 2 çete di encama çalakiyê de hatein kuştin û çekek M16, dûrbînek, êlekekî êrişê, çekek AK-47, êlekekî êrişê, cîhazeke pîvandinê, kamera, nasname û cuzdanên çeteyan hatine desteserkirin.
HRE’yê diyar kir, artêşa dagirker bi tank, obus û hawanan bombardûmaneke giran li gundên navçeyên Şêrawa û Şera û gundên herêma Şehbayê kir.