DIRBÊSIYÊ – Li herêma Cizîrê Ciwanên PYD’ê bi daxwaza ku parêzer Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibînin li navçeya Dirbêsiyê meşiyan. Di meşê de posterên Ocalan hatin hildan û bi dirûşmeyan hate gotin, “Ji Ocalan re azadî”.
Meş li gundê Berkevirê dest pê kir, ku ev gund 13 km li rojaayê navçeyê ye û dirûşma, “Bijî şoreşa ciwanan, em ê faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin” hate berzkirin.
Meş heta bi Meydana Şehîdan wê bidome.