IDLIB – Artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafirên keşfê û topan, topbarana li ser navendên hêzên rejîmê li Seraqib û gundewarên rojhilatê bajarê Idlibê didomîne. Her wiha hêzên rejîmê Sermîn, Qimînas, El-Neyreb, Afis, El-Mestûme û Biniş bi moşekan topbaran dikin.
Ji şevê din heta îro balafirên Rûsyayê eniyên gundewarên bajarên Seraqib û Sirmîn bombebaran dikin. Her wiha şerê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de didome. Hewldanên hêzên rejîmê bi alîkaiya asîmanî û bejahî ku dixwaze gund bixe bin serweriya xwe, didome.
Balafirên Rûsyayê duh zêdetirî 81 caran Sermîn, Biniş, Afis, herêmên din ên gundewarên Idlibê, bajarokê Tuqad û derdora gundewarên Helebê bombebaran kirin. Balafirên şer ên rejîma Sûriyê duh herî kêm 27 caran bombebaran pêk anî.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama topbarana hêzên rejîmê li dijî baregehên leşkerên Tirk li El-Tirinbe û baregeha El-Mestûma ya gundewarên Idlibê de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.