STENBOL – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan îro daxuyaniyeke nivîskî weşandin û derbarê çalakiyên li Stenbolê ev agahî dan.
“Di 2’ê Adarê de saet di 11.00’an de li Avcilara Stenbolê li dijî du avahiyê faşîstên AKP’ê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de ev her du avahî hatin asta ku neyên bikaranîn.
Di 2’ê Adarê de bi şev li Beylikduzuya Stenbolê li dijî wesayîteke faşîstan çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de wesayît hate îmha kirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Heta tecrîda li ser Rêber Apo û êşkenceya li zindanan bidome, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Wê agirê tolhildanê her derê bişewitîne.”