STENBOL – Midure Nûçeyan ê Odatv Bariş Terkoglû û rojnameger Hulya Kilinç bi angaşta ku endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê hat kuştin deşîfre kirine hatin girtin.
Midurê Nûçeyan ê Odatv Bariş Terkoglû li Stenbolê hatibû binçavkirin û rojnameger Hulya Kilinç li Manîsayê hatibû binçavkirin. Duh bi şev wan birin Dadgeha Çaglayana Stenbolê. Her du rojnameger jî bi angaşta endamê MÎT’ê yê di êrişa hêzên Hafter ên Lîbya de hat kuştin û veşartî hat definkirin deşîfre kirine îfadeyên wan hat girtin. Her du rojnameger jî bi angaşta “Muxalefeta qanûna MÎT’ê kirine” ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Silhê ve hatin girtin.