NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser mijarê ev daxuyanî da:
“3’ê Adarê hêzên me li gundên Berbenê û Qopê yên navçeya Racoyê, gundê Zarê yê navçeya Bilbilê û gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê li dijî nuqteyên kontrolê yên komên çete çalakiyên sabotajê kirin. Di çalakiyan de 7 çete hatin kuştin û 5 çete birîndar bûn. 2 wesayit jî hatin îmhakirin.
Artêşa dagirker jî bi rengekî bênavber gundên navçeya Şêrawayê bombe kir.”