ANTALYA – Devrîm Ayik ê bi penceşera kolonê ketiye jî di nav de derbarê 11 xwendekaran bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ doz hatibû vekirin. Rûniştina 2’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Entalyayê hate kirin. 3 kesên berê îfade dabûn bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn. Her 3 kesan jî diyar kirin ku ji ber zext û êşkenceya polîsan wan li ser Ayik îfade dane û diyar kirin ku ew Ayik nas nakin.
Heyeta dadgehê biryar da ku Ayik neyê berdan û rûniştin taloqî 2’ê Nîsanê kir.