NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parve kir: “Di roja 4’ê Adarê de komek çeteyên dagirker xwestin êriş bibin li ser rêka M4 a navdewletî û gundên derdora wê. Di encama bersivdayina hêzên me de şerekî demkurt qewimî. Di vê şerî de 2 çete hatin kuştin. Her wiha şervanekî me bi awayek sivik brîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên bi çekên giran bi çekên giran li ser rêka M4 a navdewletî û gundên derdora wê bi awayek bênavber berdewam dikin.”