NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser mirina karkeran di meha Sibatê de weşand.
ÎSÎG’ê daneyên ji malbatên karkeran, hevalên wan ên kar û sendîkayan kom kir û ragihand ku herî kêm 131 karker di meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî raporê, nêzî 6 kes ji ber nexweşiya pîşeyî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî vê yekê, ji 131 kedkarî 118 karker û karmendên bi mûçe ne, 13 jê kesên ji bo xwe dixebitin (cotkar, esnaf), 3 ji wan karkerên jin in, 128 jî karkerên mêr in.