Di meha Sibatê de 12 nûçegihan hatin binçavkirin, 1 jê hate girtin

DFG'ê diyar kir Sibatê 12 nûçegihan hatine destgîrkirin, 1 jê hatiye girtin.

AMED – Komeleya Nûçegihanên Dîcle Firatê (DFG) rapora meha Sibatê ya derbarê binpêkirina mafan a li ser nûçegihanan ragihand.

Di raporê de li ser girtina nûçegihanan, ku li ser sînorê Yewnanîstanê rewşa penaberan dişopandin hewlest hate nîşandan.

‘JI 100’Î ZÊDETIR NÛÇEGIHAN GIRTÎ NE’

Di raporê de hate bibîrxistin li zindanên Kurdistanê (Bakur) û Tirkiyê ji 100’î zêdetir nûçegihan girtî ne, hate bi bîr xistin herî dawî Rêveberê Weşana Giştî yê Yakin Dogu Haber Alptekîn Dursunoglu hate bi bîr xistin û dîsa girtina Midûrê Nûçeyan ê  Oda TV Bariş Terkoglu û nûçegihan Hulya Kilinç hate bi bîrxistin û hate gotin malpera Oda TV hatiye astengkirin.

DFG’ê her wiha got hewl tê dayin ku bi dehan nûçeginan li ber deriyên dadgehan şepirze bikin, bi hincetên cuda nûçegihan têne girtin û tê xwestin bi vê wan çavtirsandî bikin.

BÎLANÇOYA SIBATÊ

DFG’ê ragihand Sibatê 12 nûçegihan hatine desteserkirin, 1 jê hatiye girtin, êrîş çûye ser 3 nûçegihanan, li ser 2 nûçegihanan lêpirsîn û li ser nûçegihanekî/ê doz hatiye vekirin, ceza li 6 nûçegihanan hatiye birîn, li ser 71 nûçeginan 15 doz didomin, Ajansa Jinnewsê hatiye atengkirin, sansûr li ser 2 nûçegihanan hatiye danîn û halê hazir 111 nûçegihan girtî ne.

Nivîsa Pêş