NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de ku Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz daye, gotina, ”Her tişt bi têkoşîna we ve girêdayiye” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û hate gotin, ”Li dijî wê hişmendiyê ku nêzîkatiyên çareseriyê yên Rêber Apo îstîsmar dike, çareseriya siyasî ya demokratîk red dike, li şûna çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyê li ser hişmendiya faşîst a yekreng radiweste, cih nade demokrasiya xwecih, rêya jiyanê tenê berxwedan e.”
‘HETA KU EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN EM Ê HER DEVERÊ BIŞEWITÎNIN’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Di pêvajoya şoreşê de ya ku geş dibe, rastiya li ber çavan ew e ku bi giyanê, ”her dever berxwedan, her dever serhildan”, ne bi baweriya, ”ji min tiştek dernayê” lê bi baweriya ”ji min gelek tişt tên” em ê çalakîtiya domdar geş bikin.
Heta ku tecrîd were şikandin li her kuçe û taxê agirê me wê dijmin bişewitîne.”
BÎLANÇO
Çalakiyên ku Yekîneyên Tolhildanê Sibatê kirin wiha ne:
“1ê Sibatê: Li Amed Fîskayê ye li dijî polîsên dagirker ku bi anonsan heqerat li gel kirine bi teqînên bi destan hatine çêkirin û bi fîşeyên hewayî bersiv hatiye dayin.
1’ê Sibatê: Li Sûrê Melîkehmedê ya Amedê li dijî nobedar û polîsan çalakiyeke bi teqemeniya deng û bi destan çêkirî çalakî hatiye kirin.
3’yê Sibatê: Li Amed Baxlarê markêteke nokerên AKP’ê hatiye şewitandin.
3’yê Sibatê: Li Stenbol Umraniyê atolyeyeke AKP’yiyên faşîst hatiye şewitandin.
4’ê Sibatê: Li Amed Sûr Elîpaşayê kesekî ku madeyên hişbirê difiroşe hatiye cezakirin.
4’ê Sibatê: Li Amed Baxlar Kaynartepeyê markêteke BÎM’ê ya hevkarên AKP’ê hatiye şewitandin.
4’ê Sibatê: Li Bahçelîevlerê ya Stenbolê atolyeyeke matbaayê hatiye şewitandin.
5’ê Sibatê: Li Wanê bombeya deng avêtin ser avahiya navçeya AKP’ê ya li cem nexweşxaneya berê ya Wanê.
8 Sibatê: Li taxa Şerefiyê ya Wanê bi çarçoweya xweparastinê rê hatine girtin, afîş hatine daleqandin û komplo hatiye şermezarkirin.
9 Sibatê: Li taxa Rojava ya Bostanîçî ya Wanê bi çarçoweya xweparastinê rê hatine girtin û komplo hatiye şermezarkirin.
10 Sibatê: Li Wanê Şabaniyê li dijî mala çeteyekî AKP’ê yê qorîcî bi teqemeniyeke bi destan çalakî hatiye kirin.
10 Sibatê: Li Surmelî Xaçortê ya Wanê li dijî wesayita ku dewriya dikir bi teqemeniya destan û fîşekên hewayî çalakî hatiye kirin.
11 Sibatê: Li taxa Stesyonê ya Wan Tûşbatê li stesyona trênê dema ku trên derbas dibû teqemeniyeke bi destan hatiye teqandin û zirar giyaye şivên tirênê.
11 Sibatê: Li Artemêtanê ya Wanê li dijî tecrîdê pankartek hatiye vekirin û trafîk hatiye sekinandin.
12 Sibatê: Li Baxlar Şehîdlikê ya Amedê li dijî DEDAŞ’ê û kulubeya nobetê çalakiyeke bi teqemeniya bi destan hatiye kirin.
13 Sibatê: Li Sûrê Melîkahmedê ya Amedê Mazlûm Olmez ku madeyên hilbir difirot hatiye cezarkirin.
13’ê Sibatê: Li Sûrê ya Amedê mezazeyeke nokerê AKP’ê hatiye şewitandin.
14’ê Sibatê: Li taxên Xaçort û Sixkê yên Wanê li dijî polîsên avêtin ser taxan bi teqemeniyê û fîşekên hewayî çalakiya xweparastinê hate kirin û destûr nehate dayin ku dijmin bikeve taxan.
15’ê Sibatê: Li taxa Korhat a Rezan a Amedê li dijî polîsên dagirker bi fîşekên hewayî çalakî hate kirin.
15’ê Sibatê: Li taxa Ûgûrmûmcû ya navçeya Kartal a Stenbolê 4 wesayitên AKP’iyan ên faşîst hatin şewitandin.
15’ê Sibatê: Li Lalebey a Sûr a Amedê firoşkarekî narkotîkê hate cezakirin û heman şevê marketek hate şewitandin.
18’ê Sibatê: Li Halkali ya Stenbolê 4 wesayitên faşîstan hatin şewitandin
19’ê Sibatê: Li Kartal a Stenbolê wesayita AKP’iyekî yê xebatkarê ÎSKÎ hate şewitandin.
21’ê Sibatê: Li Halkali ya Stenbolê kargeheke tekstîlê ya 2 qatî ahte şewitandin.
21’ê Sibatê: Li Parka Anzela ya Sûr a Amedê li dijî wesayiteke bi tîpa Akrep bi teqemenî û fîşekên hewayî çalakî hate kirin.
22’ê Sibatê: Li navçeya Artemêtan a Wanê li Şabaniyeyê li dijî wesayiteke Ranger a îstîxbaratê bi teqemeniyê çalakî hate kirin.
23’ê Sibatê: Li Fîkîrtepe ya navçeya Kadikoy a Stenbolê marketeke BÎM’ê hate şewitandin.
23’ê Sibatê: Li taxa Goztepe Ornek û Bostanci ya Stenbolê 5 wesayitên faşîstan hatin şewitandin.
24’ê Sibatê: Li Alîbeykoy a Stenbolê restoraneteke luks a nokoeran hate şewitandin.
26’ê Sibatê: Li taxa Şehîtlîk a navçeya Baglar a Amedê li dijî polîs-nobedarên GBT dikirin bi bombeya deng û fîşekên hewayî çalakî hate kirin.
27’ê Sibatê: Li Sûr a Amedê 3 wesayitên karmendên faşîst hatin şewitandin.
28’ê Sibatê: Li Tarsûs a Mersînê marketeke faşîstan hate şewitandin.
28’ê Sibatê: Li ser rêya bejahî ya Sîlîvrî ya Stenbolê 2 wesayit hatin şewitandin ku yek jê TIR bû.
29’ê Sibatê: Li navçeya Umraniye ya Stenbolê li Çakmak, Halkali û Circir a Alîbeykoyê 5 wesayit hatin şewitandin. Li Kartalê wesayiteke luks a endamekî berê yê meclîsê yê AKP’î hate şewitandin.