AMED – Gerîlaya YJA Starê Kubar Hacîzade (Rojda Cudî), di 24’ê Îlona 2019’an de li Navçeya Liceyê di operasyona leşkerî de şehîd bûbû. Piştî operasyonê cenazeyê Hacîzade anîn Morga Nexweşxaneya Amedê. Bavê Hacîzade, Elî Hacîzade ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire di 27’ê Çileya 2020’an de ji Makuyê hat Amedê û serî li MEBYA-DER’ê dabû û di 29’ê Çileya 2020’an ji bo testa DNA’yê xwîn dabû.
Piştî 37 rojan encama xwînê diyar bû. Parêzerê Malbata Kubar Hacîzade 37 roj piştî serlêdana testa DNA û 165 roj jî piştî Hacîzade şehîd bûye, îro cenazeyê Kubar ji morga nexweşxaneyê girtin. Ji ber deriyê sînor yê Îranê ji ber vîrûsa coronayê girtiye, malbat nikarin cenazeyê keça xwe bibin Makuyê.
Malbatê bi wekaleta parêzer cenazeyê Kubar ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl girtin. Parêzer û rêveberên MEBYA-DER’ê ji bo ku cenaze defin bikin ber bi navçeya Bazîdê ya Agiriyê ve bi rê ketin.
WESAYÎTA CENAZE ASTENG KIRIN
Rêveberên MEBYA-DER’ê ji bo cenaze li Goristana Navçeya Bazîdê defin bikin ketin ser rê. Wesayîta cenaze li nêzî Bedlîsê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate rawestandin û bi hinceta ‘Divê Midûrê Emniyetê yê Navçeyê destûr bide’ derbasbûna wan asteng kirin. Di encama hevdîtina parêzeran a li gel dozgerê Bazîdê sedemê bê ka çima nikarin cenaze veşêrin wê diyar bibe.
Bendewariya wesayîta cenaze li nêzî Bedlîsê didome.