HANAU – Li Hanaûyê ji aliyê yek ji faîstên Elman ve koçber raste rast hatin hedefkirin û di êrîşa li ser du kafeyên nargîleyê de 9 es hatin qetilkirin. Piştî vê êrîşê di serî de li Elmanya û gelek deverên cîhanê xwepêşandanên protestoyî pêk hat.
Li Fankfûrtê rêxistina komunîst Yoûng Stûggle ya gelek hêzên navnetewyî li bin sêwana xwe digire, antîfaşîst kom bûn.
Bi tevlîbûna nêzî 60 rêxistin û gelek netewên antîfaşîst li hev civiyan, hate ragihandin ku piştî qetlîama Hanaû pêwîstî pê hate dîtin ku têkoşîneke antîfaşîst bê kirin.
Di civîna li navenda enternasyonalîst a Frankfûrtê hate lidarxistin, endamên Yoûng Strûggle konsepteke têkoşînê ya antîfaşîst a enternasyonalîst a nû ya bi navê ‘mîgrantîfa’ pêş kêş kir.
Rêxistina ciwanan Yoûng Stûggle berî civînê ji bo hestyariya li dijî êrîşên nîjatperest ji bo gelên xwecihî tevlî civînê bibin li gelek semtên Frankfûtê afîş û belavok belavkirine.
Di civînê de hinek biryar hatin girtin. Pêkhateya ku li semt û cihên koçber lê dijîn wê xebatên rêxistinkirinê bên mezinkirin, wê siyaset û cihêkariya nîjatperest bê tehşîrkirin, her wiha ji bo dosyaya NSÛ a biryarên 120 salin tên veşartin ji raya giştî re bê eşkerekirin, wê têkoşînê bikin û çalakiyên gerdûnî pêk bînin.
Mîgrantîfa ji bo tevgerên xwezayê, saziyên koçber û hêzên antîfaşîst ên xwecihî tevlî bike bikeve nava hewldanan û di serî de li dijî êrîşên nîjatperest, polîsên nîjatperest, îstixbarat, dewleta Elman û partiyên bûrjûva dest bi çakiyên dûr û dirêj bikin.