NAVENDA NÛÇEYAN – SOHR ragihand ku hejmara çeteyên Sûriyê ku Tirkiyê wan şandine Lîbyayê da ku li rex hikumeta Wîfaq şer bikin û hatine kuştin gihaştin 117 çeteyan.
Li gorî navendê çeteyên hatine kuştin ji komên çeteyên Lîwa El-Mutasêm, Firqêt El-Sultan Murad, Lîwa Siqûr El-Şemal, El-Hemzat û Silêman Şah in. Çete li eniyên Selahdîn li başûrê Terablusê, eniya El-Remle li nêzî balafirgeha Terablusê tevî eniya projeya El-Nehda û herêmên din ên Lîbyayê hatin kuştin.
Navendê ragihand ku derdora 150 çeteyên ku çûna Lîbyayê bi rêya deryayên Lîbyayê revîn û gihaştin Ewropayê.
Ruxmî ku kongreya Berlînê ya ku Tirkiyê tev lê bûye, peymanek hate mohrkirin ku divê alî û dewletên têkildarî aloziya Lîbyayê mudexele nekin û aliyên nakok bi çek nekin. Lê Tirkiyê çeteyan dişîne Lîbyayê. Heta niha hejmara çeteyên ku gihaştina Lîbyayê gihaşt 4 hezar û 750 çeteyan.