AMED – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku jinan di dîrokê de bi serhildan û raperîna xwe ya li dijî hişmendiya mêr nişan daye ku tu carî serî netewandiye û tu carî serî natewîne.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî da. KCD’ê, di daxuyaniyê de anî ziman ku jinan di dîrokê de her dem li dijî hişmendiya mêr li ber xwe daye û serî hildaye û wiha got: “Jinan di dîrokê de bi serhildan û raperîna xwe ya li dijî hişmendiya mêr nişan daye ku tu carî serî netewandiye û tu carî serî natewîne.”
KCD’ê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîda giran a li ser Ocalan, di şexsê wî de li ser hemû gelên Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê hemû kes li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Ji bo tecrîd bişkê, divê ewil pergala Îmraliyê hilweşe. Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya di pêşengiya Clara, Sara, Sêvê, Arin Mirkan û Avesta Habur de pêş dikeve, her roj bêtir geş bikin û mezin bikin. Em wekî KCD’ê, li diji zilm, zext, komkujî û polîtikayên şer ên yek tîpê, bi ruhê berxwedanê em ê teqez bi ser bikevin. Bi vê baweriyê em 8’ê Adraê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin.”