AMED – Li Amedê bi hezaran jin, bi şîara “Em berxwedanê bi rêxistin dikinin, ber bi azadiyê ve diçin” herikîn Qada Stasyonê.
Mitînga ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi şîara “Em berxwedanê bi rêxistin dikinin, ber bi azadiyê ve diçin” li Qada Stasyonê li dar dixin, dest pê kir. Beriya mitîngê, hemû kuçe û kolanên ku derdikevin Qada Stasyonê bi bariyeran hatin girtin. Jinên mêrdînî, dêrikî, nisêbînî, qoserî, rihayî ku di saetên zû de gihîştin qada mitîngê, bi kincên herêmî yên li ser xwe bala herkesî kişandin ser xwe. Jin timik dûrişmeyên mîna “Jin jiyana azadî” , “Îtaat tune berxwedan heye” , “Bê Serok jiyan nabe”, “Bêdeng nebe qîr bike jin hene” û “Em jiyana bê jin bi serê wê de hilweşînin” berz kirin.
ASTENGIYA POLISAN ŞERMEZAR KIRIN
Li aliyê din endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê, endamên Meclisa Jinan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), aktîvîstên TJA’yê, endamên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Meclisa Ciwanan a Jinan a HDP’ê, Meclisa Jinan a HDP’ê, Dayikên Aştiyê û gelek jin, li kolana Gevranê ya li navçeya Yenîşehîrê bi kincên xwe yên herêmî hatin gel hev, bi pankartên “Gotina me ya ku em bibêjin û hêza me ya ku em biguherînin heye” û “Bijî 8’ê Adarê” meşiyan. Jinan, di meşê de bi pankartan re lolîpopên ku resmên hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin û girtî ne jî hilgirtin. Polisan, bi hinceta ku ji emniyetê re nehatine ragihandin, pankart û lolîpopan berhev kirin. Jinan, bi dûrişmeyên “Em bi berxwanê bi serkevin” û “Jin jiyana azadî” berhevkirina pankart û lolîpopan şermezar kirin.
DÛRIŞME BILIND DIBIN
Ji ber ku wesayîtek li qada mitîngê bû, girtina qadê dereng dest pê kir. Li qada mitîngê pankartên mîna “Em yekitiya netewî di pêşengtiya jinê de birexistin dikin”, “Cînayet, tacîz û tecawiza jinan polîtîk in” , “Têkoşin bi te re dest pê dike têkoşînê bi rêxistin bike” , “Em ji bo azadiya xweza û jinên jiyana ekolojîk diparêzin” , “Em ji bo heqîqet û edaletê di têkoşînê de ne” û “Efûya tacîz û tecawiza zarokan nabe” hatin daleqandin. Jinên ku bi kincên xwe yên herêmî qada mitîngê wergerandin behra rengan, bi govendê re dûrişmeyan davêjin.
Di mitînga ku jin herikîn de dê Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan xîtabî jinan bikin.