AMED – Rojnameya Xwebûn ku ji hefteyekê carekê bi Kurdî weşanê dike, bi manşeta “Duh, îro û sibê ya jinan e” derket pêşberî xwînerê xwe. Nivîskara Xwebûnê Reyhan Îke, di nivîsa têkildarî 8’ê Adarê de got: “Jinên kurd ên şîrhelal bi zanebûneke dîrokî û zanistî di asteke bilind de xwedîtiyê li vê kedê bike. Her wiha yên ku vê rojê herî bi coş û bi awayekî rast pêşwazî dikin, jinên kurd in. Îro jinên kurd li ser wê daneheva têkoşîn û berxwedana jinan a bi hezarê salan di asteke bilind de li vê rojê xwedîtiyê dikin û nûneriya ked û têkoşîna jinan dikin. Li ser hîmê bîrdoziya azadiya jinê, jina kurd li hember pergalên serdest hêza herî birêxistinkirî ye. Xwedî partî û rêxistin, xwedî artêş û hemû derfetên têkoşîna azadiyê ye.”
Rojnameyê vê hefteyê cih da roportaja Zimannas Michael L. Chyet û li ser girîngiya zimanê Kurdî axivîn. Zimannas Chyet di roportaja xwe de diyar kir ku ger ziman ji holê rabe guneh ê kurdan e. û wiha got: “Divê mirov bi zarokên xwe kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdarkirin û hezkirina xwe bo zimanê xwe û çanda xwe wergerîne ser zarokên xwe ango ser nifşên nû. Heke kurd wiha nekin dibe ku zimanê kurdî piştî 20-30 salên din ji holê rabe. Hinek kes jî dibêjin kurd zehf in û metirsiyek wiha tune ye, heke ez wisa nekim jî wê gelek kesên din wisa bikin ev yek şaş e. Divê her yek ji aliyê xwe ve wisa bike û li hêviya kesekî/e din nemîne. Heke her yek li benda keseke/î din bimîne dê zimanê kurdî ji holê rabe û ew yek dê gunehê kurdan bi xwe be, ne gunehê dewletên desthilatdar be.”…
Rojnameyê dîsa cih da nivîskarên rojnameyê Munewer Azîzoglu Bazan, Mizgîn Ronak, Samî Tan, Selim Temo, Meral Ozel, Hisên Çatiktaş, Hozan emîn, Cemîl Ozuz.