STENBOL – Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk, Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser ji ber ku nûçeya leşkerên Tirk ên dagirker li Lîbyayê hatibûn kuştin çêkirine duh hatin girtin. Rêxistinên rojnamegeran, hevpîşeyên Çelîk û Keser, nûnerên rêxistinên siyasî têkildarî girtina Çelîk û Keser li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û bertek nîşanî girtin û binçavkirina rojnamegeran dan.
Gelek rojnameger û nûnerên saziyan beşdarî civînê bûn û pankarta “Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike” daliqandin.
Li ser navê Rojnameya Yenî Yaşamê edîtorê wê Zana Bîlîr Kaya daxuyanî da û bi bîr xist ku girtina hevpîşeyê wan Çelîk û Kesek derbarê endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê hatiye kuştin de ye û ev agahî hem ji bo rojnameyê hem jî ji bo raya giştî ne veşarî ye.
‘ME TIŞTEK EŞKERE NIVÎSANDIYE’
Kaya wiha got: “Beriya nûçe di rojnameya me de derkeve, ev agahî li Meclîsê û li hin medyayan hat belavkirin. Êdî hemû raya giştî pê hesiyabû. Ji ber vê yekê jî ne agahiyek veşartî ya dewletê bû. Her wiha di rojnameya de îbareya ‘endamê MÎT’ê jî cih negirtiye. Hevalê me ewilî hatin berdan û paşê jî li ser hêncetên pûç hatin girtin. Armanca wan ew e ku hevalên rastiyê nebêjin û werin girtin. Di demên dawî de adeta girtin û binçavkirina rojnamegeran anîne rewşek rûtîn. Girtina hevalên me xala ku AKP di 18’emîn saliya xwe de gihîştiyê kurte dike.”
‘WÊ MEŞALEYA MÛSA ANTER NEKEVE ERDÊ’
Kaya destnîşan kir ku armanca van binçavkirin û girtinan ew e ku çapemeniya azad bêdeng bikin û wiha got: “Dixwazin pêşî li rastiyan bigirin. Lê nikarin. Dîroka me ya xwe dispêre salên dirêj jî dide nîşandan ku me tu carî ji dest ji rastiyan bernedaye û her tim rastî wezîfeya me bûye. Wek ku hevalê me Ferhat jî digot di destê me de meşaleya Mûsa Anter heye, me hilgirtiye û wê ev meşale qet ji destê me nekeve erdê. Em wek rojnameya Yenî Yaşamê bi awayek rast û rast rêwitiya xwe didome û em ê bidomînin. Biryara girtina hevalên me wê ne me wê deqek reş bi li eniya wan. Em carek din dubare dikin, Rojnamegerî ne sûc e. Divê hevalên me demildest werin berdanê.”
PEYAMA PIŞTEVANIYÊ DAN
Piştî axaftina Zana Bîlîr Kaya, edîtorê Yenî Yaşamê Ender Ondeş, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik ê rojnameger jî bi dorê di civînê de axivîn, nêrînên xwe anîn ziman, bertek nîşanî biryara girtina Çelîk û Keser dan û peyama piştevaniyê dan.