HPG’ê 5 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên di 29'ê Gulana 2019'an de li Xakurkê ji ber êrişa hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirk şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê têkoşîna hevrêyên xwe bi ser bixînin.

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di 29’ê Gulana 2019’an de ji ber êrişa hewayî ya balafirên şer ên artêşa TC a dagirker ku li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin, hevrêyên me Agir, Azad, Helbest, Sarîna û Solîn şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Agir Bêrîtan

Nav paşnav. Cafer Pûreng

Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye

Dayik-Bav: Hatûn-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 29’ê Gulana 2019’an / Xakurkê

Nasnav: Azad Batman

Nav paşnav: Fadil Yavûz

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Mesûde-Emîn

Dem û cihê şehadetê: 29’ê Gulana 2019’an / Xakurkê

Nasnav: Helbest Jiyan

Nav paşnav: Sabriye Aydin

Cihê jidayikbûnê: Edene

Dayik-Bav: Leyla-Emîn

Dem û cihê şehadetê: 29’ê Gulana 2019’an / Xakurkê

Nasnav: Sarîna Sarya

Nav paşnav: Şînyar Kawa

Cihê jidayikbûnê: Silêmaniye

Dayik-Bav: Dîmen-Kawa

Dem û cihê şehadetê: 29’ê Gulana 2019’an / Xakurkê

Nasnav: Solîn Elbak

Nav paşnav: Ozlem Dîndar

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Fatma-Sînan

Dem û cihê şehadetê: 29’ê Gulana 2019’an / Xakurkê

Li dijî dagirkerî, asîmîlasyon û şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a faşîst bi salane li dijî gelê me dimeşîne, gerîlayên Kurdistanê her tim bi lehengiyeke mezin li ber xwe dan. Dewleta faşîst xwest li her devera cîhanê destketiyên gelê Kurd tine bike û êrişa dagirkeriyê ya li Başûrê Kurdistanê jî parçeyek ji plana tinekirina gelê Kurd e. Lê belê bi berxwedana destanî ya gerîlayên Kurdistanê planên dewleta faşîst pûç bûn. Felsefeya Rêber Apo ya azadî, demokrasî û azadîparêziya jinê gelê Kurd li heman zemîna têkoşînê kom kir, ji her parçeyên Kurdistanê heta metropolan kir ku tevlîbûn li nava refên gerîlayên azadiyê çêbibe. Bi têgihiştina; gerîlayên Kurdistanê temînata gelê Kurd e hevrêyên me Agir, Azad, Helbest, Sarîna û Solîn di dem û cihên cuda de ji bo heman armancê tevlî nava refên gerîla bûn. Her hevrêyên me kiryarên li derveyî mirovahiyê yên hêzên dagirker ên li dijî gelê me dîtin û tevî pêkanînên giran ên asîmîlasyonê jî çanda xwe parastin, ji bo azadiya gelê Kurd biryar dan ku bibin milîtanên pêşeng. Hevrêyên me Agir, Azad, Helbest, Sarîna û Solîn bi heman armanc û hêviyê ji bo azadiya gelê Kurd bi biryardarî û ruhê fedayî li dijî êrişa dagirkeriyê li ber xwe dan, taktîk û rêbaza gerîla ji xwe re kirin esas, di îdeolojiya Rêbertî de xwe şareza kirin û hem li nava jiyana xwe ya gerîla hem jî di pêşengtiya pratîkê de wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî pêk anîn. Ji roja ku dewleta TC a dagirker dest bi êrişa dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê kir hevrêyên me Agir, Azad, Helbest, Sarîna û Solîn bi ked û fedakariyeke mezin heta kêliya şehadetê li ber xwe dan.

Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bi ser bixînin.”

Nivîsa Pêş