KERKÛK – Jinên Ciwan ên Tekoşer bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Kerkukê dar çand. Jinên Ciwan li taxa Rahîmawa Filkeya îhvan dar çand û jinên ku hatine qetil kirin wêneyên wan daliqandin.
Jina Ciwan a bi navê Sumeya Celîl ku di çalakiyê de cîh digirt diyar kir ku armanca wan jinên ku bi destê zilaman hatine kuştin wan bibîr bînin û berxwedaniya xwe a li dijî zihniyeta baviksalarî, dewletên desthilatdar zêdetir bikin. Pişt re Jinên Ciwan bi dehan dar çandin.