NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Yekîneya Tolhildanê ya Delal Amed a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûna Gelan (HBDH) bi daxuyaniyek nivîskî got: “11’ê Adarê li taxa Kanarya ya Kuçukçekmece ya Stenbolê li dijî wesayîta polîsan saet derdorî 03:40-04:00’ê çalakiyek kirine. Yekîneyên me bi çekên lûle dirêj gule li wesayîta polîsan reşandiye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku polîsek miriye, 2 polîs jî birîndar bûne.
Milîsên HBD’ê diyar kir ku piştî çalakiyê yekîneyên wan bi ewle ji herêmê dûr ketine û ragihandin ku ev çalakî ji bo bîranîna Fermandarê Berxwedana Sûrê Şehîd Çiyager ê 12’ê Adarê li Sûr şehîd bûbû û hemû berxwedêrên destanewî yên li Sûrê şehîd bûbûn û dîsa ji bo bîranîna yên ku 12’ê Adara 1995’an bi rojan li bendên Geziyê li dijî polîsan li ber xwe dan û ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, lidar xistine.