MÊRDÎN – Li gel betalkirina pîrozbahiyên girseyî yên ji ber vîrûsa koronayê li hinek navendan agirê Newrozê hate pêxistin.
Piştî agirê Newrozê ya li navçeya Stewrê ya Mêrdînê û şûnde li gundikê Menteşa Jor a girêdayî gundê Simaqi ya bejayî ya navçeya Dêrika Çiyayê Mazî agirê Newrozê hate pêxistin.
Gundiyan li ber agirê Newrozê dirûşim hatin qîrkirin û govend hatin gerandin, fîşekên hewayî hatin avêtin. Pîrozbahî heta direngiya şevê dom kir û çalakî bi govendê bi dawî bûn.