NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Îmran Firtina ya HBDH’ê li hin taxên Stenbolê bi beşdariya milîsên çekdar belavok belav kir, li ser dîwaran nivîs nivîsand û pankart daliqand.
Milîsên Îmran Firtina ya HBDH’ê li Stenbolê di daxuyaniya xwe de gotin ku “Ji bo hilweşandina tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê û tekane rêya rizgariya gelan ev e ku divê em şoreşa yekgirtî pêk bînin. Hêzên HBDH’ê tevlî gerîlayên xwe yên bajar û çiya wê şerê şoreşgerî geştir bike.
Werin em di nav refên tevgera şoreşa yekgirtî de bibin yek. Li çiyayên Tirkiye û Kurdistanê em gerîlatiya şoreşa yekgirtî geştir bikin û şerê xwe yê şoreşgerî bilind bikin. Bila dengên serhildanên li qadan hêzê bide şoreşa me ya yekgirtî û li hemberî dîktatoriya faşîst bila kolan bibin çeperên xurt ên çalakiyên me yên şoreşger.”