NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê wiha ye
”Endamên me yên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî 14’ê Adarê saet 22.00’an li Nisêbînê, li dijî kargeha bi navê Kaya Tavukçuluk a li pêşberî Mizgefata Qijlê, ku bi artêşa Tirk re dixebite, çalakiyeke bi bombeya destan pêk anîne. Di encama çalakiyê de ziyan gihaye kargehê.
Xwediyê vê kargehê malzemeyan ji bo artêşa Tirk a dagirker dabîne dike û difiroşe wan. Zû yan dereng e mê hesab ji wan hemû nokeran bixwazin ku bi artêşa Tirk a dagirker û kujerê Kurdan re dixebitin. Em cara dawî nokerên li Nisêbînê û herêmê hişyar dikin: An wê dev ji îxaneta li gelê Kurdistanê biqerin an jî wê bibin hedefa çalakiyên me yên tolhildanê.”
Her bijî hevalno ✌👏