NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus, bang li cîhanê kir daku tedbîran ji bo hemû kesên gumana vîrûsa koronayê li ser heyî bigrin.
Tedros da zanîn ku vîrûs niha bûye qeyranek mezin ya tenduristiya cîhanê.
Tedros balkêşa ser hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine û aşkere kir ku hejmara kesên li cîhanê dimirin, ji ya Çînê derbaz kiriye.
Herwiha Tedros destnîşankir ku ew nikarin bi awayek lezgîn hemberî vîrûsê bisekinin, lê ya girîng di vê demê bê kirin, testkirina hemû kesên guman li sere.
Herî dawî jî Tedros got ku di rojên dawî de hejmara kesên bi koronayê dikevin, bilind bûye.