NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand û cejna yekîtî, aştî û biratiyê Newroz li gelan û gelê Kurd pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Cejna Newrozê di serî de li Rêber Apo ku bi berxwedanê wate da hebûna gelê Kurd û bi lêgerîna li wateyê jî nirxê azadiyê zêde kir, li jinan hemûyan ên têdikoşin û li ber xwe didin pîroz dikin.”
KJK’ê di kesayetiya Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Berîvan û Ronahî de cangoriyên têkoşîna azadiyê bi minet bi bîr anî û soz da ku sekna wan a têkoşer veguherînin meşa xwe ya Newrozê.
‘JI DEHAQAN HETA DEWLETA TIRK BERXWEDANA LI DIJÎ ZALIM Û SERDESTAN DIDOME’
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Gelê Kurd xwedî çandeke qedîm û rêbaza xwe ya jiyanê ye. Bi ziman, çand û nirxên xwe hebûna xwe li erdnîgariya xwe dewam kiriye. Bi ked, hilberîn û nirxên têra xwe dike, hebûna xwe li ser xaka xwe bi wate kiriye. Ji bo nirx û yekparebûna wateya xwe biparêzin gelek caran serî hil dane, li ber xwe dane û têkoşiyane. Gelek caran dagirkerî, talan û êrişên qirkeriyê lê hatiye kirin, lê hebûna xwe bi israr parastiye. Ji ber vê yekê serdest, netewe dewlet û hêzên mêtinger ên xwedî mejiyê Dehaq ê zalim timî zilm lê kiriye. Kurdan çawa ku zilma Dehaq têk birin û li Rojhilata Navîn qada jiyana bi çandên qedîm afirandin û bi gelan re bingeha jiyaneke azad danîn, bi rola xwe ya pêşengiyê ya ji vê berxwedanê re li Rojhilata Navîn li dijî DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a faşîst ku palpiştê DAÎŞ’ê ye, vê mîsyona xwe bi têkoşînê dewam dikin.
Kurd ji bo zîncirên mêtingeriyê bişikînin û xwe bigihînin azadiyê bi israr li ber xwe didin û weke şervanên bêdawî yê têkoşînê parastina xwe didomînin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, dema ku Newroz tê gotin, Kurd vê sala nû weke serdemeke guherîn û veguherînê dibînin û hate gotin, “Ti Kurd naxwaze Newrozê bi tena serê xwe derbas bike. Ji ber ku zanin Newroz bîra civakî ye. Zanin ku Newroz îradeya kolektîf, ked û zanebûn.”
KJK’ê ragihand ku Newroz ji bo Kurdan cejna herî bedew e, yek ji cejnên herî pîroz e, weke nirxê şaristaniya demokratîk tê dîtin û diyar kir, “Em Newroza 2020’an bi vê hestê pêşwazî dikin. Em pê piştrast in ku wê vê têgihiştinê xwedî lê derkevin. Her kesê ku ji bo azadiyê gav avêtiye yan jî dilê xwe bi azadiyê re ye, wê bibe Newroz û bi hestên wekhevî û edaletê lêgerînên xwe yên azadiyê xurt bikin. Newroz rengê me ye, dengê me ye, nefesa me ye.”
‘BI RÊBAZÊN CUDA JÎ BE DIVÊ BÊ PÎROZKIRIN’
KJK’ê bi bîr xist, ku ji ber nexweşiya şewbê Newroz îsal bi rengekî girseyî nayê pîrozkirin û destnîşan kir, “Bi rêbazên cuda jî be divê were pîrozkirin. Kurd dikarin meşaleyên xwe li ser banê mala xwe pêxin, bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Heskinkar, Mazlûman, Zekiyeyan, Rahşanan û Ronahiyan, pêşwazî bikin. Li mala xwe bi vêxistin û vemirandina lampeyan, bi gotina Sirûdan, bi ruhê Newrozê bê pêşwazîkirin. Bi komên biçûk jî be divê em karibin li kolanan govenda xwe bigerînin, stranên xwe bêjin Newroz Pîroz be.”