ENQERE – Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî şewba vîrûsa koronayê, li avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Berdevkê Meclîsa Ciwanan Betul Unsal, endama Meclîsa Jin ên Ciwan Bêrîtan Yaşar û endamê Meclîsa Ciwanan a Amedê Yilmaz Ûzûn beşdarî civînê bûn.
Unsal bi bîr xist, mirovên di ser 60 salî re û yên nexweşiyên kronîk pê re hene ji ber vîrûsê di nava rîskê de ne û ji bo bibin bersiv ji pêwîstiyên wan re wan dest bi kar kirine.
Unsal got, “Di çarçoveya vî karî de em bang li ciwanan dikin ku li apartman, tax an jî derdora xwe paqijiyê bikin û piştevaniyê bikin. Her hevalên me yên ciwan ên dixwazin bibin alîkar bi rêya hesabên medya civakî û rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan dikarin têkiliyê deynin.”
Unsal diyar kir li Navenda Giştî ya partiya wan Maseya Krîzê hatiye avakirin û xwest, tevdîr û pêşniyarên hatine kirin bi cih bên anîn.
Unsal destnîşan kir ku krîzên rû didin ji hev cuda nînin û ev bang li ciwanan kir: “Çareserî piştevanî ye.”