NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di belavoka ku belav kiriye de got:
“Ji ber xeteriya vîrûsa Korona li ser cîhan û herêmê, ji bo parastina silametiya şêniyan, em ji tevahiya şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin van tedbîran bînin cih:
1-Qedexeya derketina derve li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sibeha roja Duşemê 23`yê Adarê ve, di saet 6:00`ê sibehê de destpê dike.
2-Tevger û veguhestin di navbera rêveberiyên xweser û sivîl de û di navbera bajarên sereke de ji sibeha roja Şemî 21`ê Adara 2020`an de di saet 6:00`an sibehê de tê qedexekirin.
3-Tevahiya xwaringeh, bazar, parkên giştî, iyadetên taybet, holên şahiyan û konên sersaxiyê tên girtin.
4-Ji vê qedexeyê tevahiya nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navneteweyî, xaça sor, heyva Sor, dermanxane, komînteyên pakkirinê, karkerên paqijiyê, firin, dikanên firotina madeyên xwarinê, erebeyên veguhestina madeyên xwarinê, şîrê zarokan, sahrîcên sotemenî têne istisnakirin.
5-Divê şênî tedbîrên hatine bibîrxistin bînin cih û her muxalefeyek wê xwediyê wê rastî berpirsyariya qanûnî were.