NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ruxmê vîrûsa Korona û astengiyan pîrozbahiyên Newrozê lidar xistin. Ciwanan li Swîsreyê, Fransa û Elmanyayê Newroz bi pêxistina agir û gerandina govendan pîroz kir.
BIEL
Li bajarê Bielê yê Swîsreyê li navenda penaberan ciwanên kampê agirê Newrozê pêxistin û li derdora wê govend gerandin. Ciwanan sloganên “BiJî Serok APO” û “Newroz Pîroz Be” berzkirin. Tevahî kesên li kampê diminin beşdarî pîrozbahiyê bun.
AARAU
Disa li bajarê Swîsreyê Aarauê endamên TCŞ ji ber sedema vîrûsa koronayê li kêleka cemekî agirê Newrozê pêxistin. Ciwanan li derdora agir govendê girtin û bi awayekî coş newrozê pîrozkirin.
BERLIN
Li paytexta Elmanyayê Berlinê jî vîrûsa korona nikaribû li hemberî pîrozbahiya ciwanan bibe asteng. Ciwanên Berlinê di saetên evarî kombûn. Endamên TCŞ agirê Newrozê geş kirin û bi stranan govend gerandin.
MARSILYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî Tevgera Ciwanên Şorerşger (TCŞ) agir dadan û alên YPG, PKK, YPJ’ê hildan û Newroz pîroz kirin. Li ber agirê Newrozê govend hate gerandin. Ciwanan fîşekên hewayî jî berdan.