NAVENDA NÛÇEYAN – Sêrwan Ehmedî ji ANHA’yê re der heqê vedîtina ku bi Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê sûriyê re gihîştine axivî ku ew vedîtin vîrusa Koronayê di 30 çirkeyî de eşkere dike, her wiha peymangeh û desteyê kedek mezin bi dewama 24 saetan da.
Ehmed wiha domand: “Em bi Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zêdetirî sal û nîvekê ve dixebitin, her wiha piştî belavbûna vîrusê me ji sifrê de dest bi test û tecrûbeyên der barê Koronayê de kirin.”
Ehmed piştrast kir ku terûbe û lêkolîn li Rojavayê Kurdistanê pêk hatin û dikarin KÊD’ê ji tevahî dewletên cîhanê re amade bikin.
Rayedarê peymangeha PESA ya Siwêdê ya li Rojhilata Navîn Sêrwan Ehmed bal kişand ser ku wan tecrûbe li Wohanê yê Çînê ku kaniya belavbûna vîrusa Koronayê ye pêk aniye û encamên erênî da, her wiha sepand ku tecrûbeya wan ji nava tecrûbeyên li ser tevahî astên cîhanê heta niha pêk hatine, ya herî baş e.
Cudahiya vê tecrûbê yan jî KÊD’ê ku ji hêla Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymangeha PESA’yê ve hatin keşifkirin ew e ku dikare bertekên li ser giloverkên spî der barê derbasbûna tiştekî biyanî ji laşê mirov re binase, her wiha tu madeyên kîmyawî ku zirarê bigihîne mirov û bandorê li rewşên hewayê bike tê de tune ne. Ev tecrûbe bi rêya birina cire(mestereyeke) ji belxema mirov pêk tê û encamên wê tenê di 30 çirekeyî de diyar dibin.
Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya civîneke çapemeniyê di 20’ê Adarê de wiha eşkere kir: “Ev vedîtin bi encama lêkolîna dawî ya hevpar e û di ser asta cîhanê re ye û tu kes heta vê kêliyê negihîştiye vê encamê. Ev tecrûbe û aktîvbûna wê li 3 nexweşxaneyên Wohan ên Çînê pêk hatin, her wiha encamên tecrûbeyê bi rêjeya ji sedî 80-85 diyar dike.”
Sêrwan Ehmedî eşkere kir ku tecrûbeya wan li nexweşxane, navendên tenduristî yên hikumetê û akademiyên Siwêdê jî hatin pêşkêşkirin û bawenameyên navdewletî yên fermî wergirtin û wiha pê de çû: “Tecrûbeya me bawernameyên navdewletî, bawernameyên ISO 9000 ku malbata hêmanên bingehên ên cîhanê ne wergirtin, ku tê de komek ji hêmanên sîstema rêvebirina başbûn û pîvanên ISO’yê hene.”
Ehmedî îşaret pê kir ku hin dewlet hewl didin tecrûbeyê bi hedefa reşkirina rûyê kedên ku li Rojavayê hatine dayîn reş bikin û wiha got: “Tecrûbeya me xelata afrîneriyê û bawernameya ISO’yê wergirt, axaftinên der barê vê yekê de tên kirin bi hedefa reşkirina kedên kadroyên bijîşkî yên li Rojava ne.”
Ji aliyê xwe ve jî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku dê vedîtina xwe pêkêşî Rêxistina tenduristî ya cîhanê bi rêya peymangeha Siwêdî PEAS bike û bal kişand ser ku dê tecrûbe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di du rojên dîtir de têkeve miryetê.