NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca têkildarî vîrûsa corona daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine bûye 947 û hêjmara kesên ji ber vîrusê mirine jî bûye 21.
Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona dikevin her roj qat bi qat zêde dibin. Hejmara kesên bi şewba vîrusa coronayê ketine, di 24 saetên dawî de ji 670 kesan bû 947.
Koca têkildarî vîrûsa corona daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketine bûye 947 û hejmara kesên mirine jî bûye 21. Koca diyar kir îro 12 kes ji ber koronavîrusê mirine û bi zêdebûna temen re rîska mirinê jî zêde dibe.