ST.GALLEN- Ji ber ku vîrûsa Koronayê hemû cîhan di bin bandora xwe de hiştiye hemû pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî hatibû betalkirin lêbelê pîrozbahiyên ciwanên TCŞê berdwam dikin.
Ciwanên TCŞê ku li kantona Swîsrê St.Gallenê kom bûne, li derveyî bajêr bi pêxistina agirê ve Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahî di guncana pêngava NEHÊLE de bi diruşmeya “Bi Giyanê Berxwedana Newrozê ve Tecrîdê Nehêle, Bi Rêber APO re Bibe Azad” ve di seat 15.00an de dest pê kir û ciwanan posterên Rêberê Gelan OCALAN û alên PKK û KCK daliqandin. Ciwanan li qadê agir jî pêxistin û piştre bi govendan Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahî heya êvarê jî berdewam kir.