KASSEL – Cejna Newrozê li Kassela bajarê Elmanyayê ji aliyê aktîvîstên TCŞê va hate pîroz kirin. Li dora agirê hate vêxistin, govend hate gerandin.
Ji ber xeteriya Coronavîrûsa Nû (Covid-19) pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê hatibûn betal kirin. Ciwanên Kurd jî bi awayê komên piçûk Newrozê pîroz dikin.
Di çarçoveya pêngava Nehêle da, di saet 18an da li Kasselê ciwan hatin li cem hev. Li vir agirê ku sembola Newrozê ye hate vêxistin. Derdora ciyê ku Newroz hate pîroz kirin, bi wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bi flamayên PKKê va hate xemilandin. Ciwanan li ser agirê vêxistî baz dan û bi muzîkên Newrozê bi saetan govendê gerandin.
Ciwanên bi caran dirûşma “Bijî Serok APO” qîriyan, piştî bi kar anîna fîşekên hewayî pîrozbahiyê bi dawî kirin.