NAVENDA NÛÇEYAN
Jina ser tewandî ya ku di xwe de hêz, hêvî û zemîna têkoşînê nabîne, koletiyeke giran dijî. Meyla ji desthilatiyê re, an jî rewşa tehemûl kirina serdestiyê bi demê re li ser hemû civakê serwer dibe. Diyardeya pîrekbûna zilam piştî vê rewşê çêdibe.
Nêzikatiya avakerên civaka şareza ji dîrokê re jî wiha ye. Dîrokê bê can dibînin û weke ku dîrok tenê ji kombûna bûyerên ku li derdora xwediyên desthilatiyê qewimîne tê meyzandin. Ev jî nîşan dide ku dîrok ji heqîqetê dûrxistine û neçarî zayendparêziya zilam kirine.
Ev pêvajoya destpêkirina pevçûnên di navbera gund-bajêr, rahîb-xwedawend, jin û zilam e û li ser civakê jî belav dibe. Zanebûn heya astekê pêşketiye, girêdayî vê şert û mercên jiyana madî jî baştir bûne, lê pêvajo dide diyar kirin ku ew dem dema destpêkirina bê aramiyê ye. Em dikarên vê pêvajoyê weke têkelbûna rast û şaş di nav hev de pênase bikin. Mêzîna di navbera jin û zilam de ber bi wendabûnê diçe. Ev wendakirin jî ne tenê wendakirinek di statuya civakê de ye. Têkilî bi her milî ve teşeyek hiyerarşîk digrin. Biyanîbûna civakî giredayî biyanîbûna ji xwezayê re ye. Pergalên hiyerarşîk ne ku çareseriya pirsgirêkê pêş dixin, di aliyê kûrkirna pirsgirêkê de rol dilîzîn û bi demê re karakterê dewletê bi dest dixin, wiha jî yekemîn kakilê (nûve) çînayetiyê pêk tînin. Bi vî awayî jî di civakê de perçebûna di navbera çînan destpêdike. Heya di zihniyeta civakê de rewabûna civaka nû çêneke, şensê jiyanê wê her kêm be. Avaniyên li ser bingeha teolojiyê di her qadê de hatiye pêkanîn, wiha jî dogmatîzm li hemû teşeyên civakî bandor dike. Birdozî, pergal û saziyên teolojiyê ji xwe re dikin maske û xwe mayînde dikin. Em dikarin teolojiyê weke tefandina mejiyê xuliqkar, têgihîştin û giyana azadiyê pênase bikin. Ev pergala hizrî ya ku bi dogmeyan re rapêçayî ye, xwedî bingeheke wisa ye ku mirovan ji cîhana rastiyan dûr dixe. Îro jî zansit, felsefe û birdozî bi teolojiyê ve hişk girêdayî ye. Rizgarbûna ji qalibên dogmatîzm û baweriya olî, bi hêza hest û ramanê, bi watedayîna jiyanê re dibe. Derbaskirina teolojiyê şoreşa herî mezin a zihniyetê ye. Hêza teolojiyê, di zihnê mirovan de xweda û xwedawendan çêdike, zemînê mîtolojiyan wiha hatine çêkirin. Lewma karîne civakên mêtîngeh ku li ser wan hukum û serwerî bê kirin ava bikin.
Civaka şareza bi navê xwe yê nû pergala desthilatiya duyemîne. Ango em dikarin bêjin ku ev pêvajoya mezin a civaka ku li Mezopotamya belavbûye û bi dewleta rahîbên Sûmer re destpê dike. Bi ihtîmalek mezin komên ku ji Sûmeran pêktên proto-Kurd ango gurubên Hurî bin. Ji B.Z. ji 3500’an pêve dewsa Huriyan tê dîtin. Yên li Sûmeran bi cihbûne derbasî şaristaniyê dibin. Yên mayî jî li cihên cûda starbûne û di nava seyra pêşketina xwe ya veguherandina bajêr de mane. Dema Sûmer tê gotin yekem di hizrê mirov de hêz û bandora vegotinên mîtolojîk zindî dibe.
Baweriyên civakan, xeyal, teşeya jiyana wan û azweriyên wan li gor nêrîna mîtolojîk ku li roja îro jî bandora xwe kiriye, aliyên cuda di nav xwe de dihewîne. Teşeya jiyan, têkilî û normên jiyana mirov a demên yekem îfade dike. Li belge û mîtosên wê demê ku were mêzandin tê dîtin ku guhertin pir bi şîdet çêbûne. Zilam pêvajoya dayîksalariyê bi fêrbazî û zanebûn li gor berjewendiya xwe dişixulîne. Ji bo vê jî qada baweriya dînî bikar tîne. Wiha jî cudabûna çîn û zayend bi civakê didin pejirandin. Jin di civaka koledar de demeke dirêj di qata xwedawend de dimîne û hurmeta xwe diparêze. Di pêvajoya xwedayê fêrbaz yê Sûmeran Enkî û xwedawenda çiya Nînhûrsagê de her çiqasî pevçûn hebin jî, lihevkirin jî hene. Enkî bêtir li gor berjewendiya xwe di rêvebiriyê de hêzbûna polîtîk, hêza avakirina hevsengan temsîl dike. Rahîb koletiyê bi rêya baweriyan weke pêdiviyeke xwezayî nîşan didin. Birdoziya koletî ji aliyê teşebûn de xwe dispêre teşeya mîtolojiyên xulqkirinê. Dîroknasên ku vê pêvajoyê bilêv dikin, di hemûyan de zor û şîdet tê teyîsandin. Bi taybet di mîtên Babîlê de ev şîdet şerê herdu nîzaman bi awayek şênber derdixîne holê. Derbeya ku Tiyamat ji kurê xwe Mardûk duxe, di wateya civakî de derbeya ku li jinê xistinê îfade dike. Bikaranîna bedena jinê, tê wê wateyê ku yekemîn pêvajoya fahîşekirina jinê destpê dike. Jina ku ji hilberînê hatiye dûrxistin, wek amûra tetmînkirina zilam tê bikaranîn. Ev şer bi awayê xwe yê herî sade, di mîtolojiya Înana de tê dîtin. Înana ku xwedawenda evîn û bereketê ye, têkoşîna ‘me’yên xwe “ku hêza jiyana civakî rave dike” ji zilamê fêrbaz Enkî bistîne dide. Di vê mîtoloyê de aliyên pir girîng hene. aliyê yekem ewe ku hêz ketiye destê zilam de. Zilam tiştên ku jinê avakirine didize, vê serdemê jî dike serdema xwe. Ya duyemîn jî têkoşîna ku jin li vir dide meşandin, têkoşîna ji bo civakê ye. Ev mîtolojî ji milekê ve jî nîşan dide ku dixwazin xwedawendîtiya jinê bi dawî bikin. Cihê xwedawenda jin ku navenda jiyanê bû, şah (kral) xwedayê zilam digre. Ev mîtolojî, ketina statûya jinê tîne ziman. Bi xwedayên zilam re civak her ku diçe guhertinek, ango ketineke mezin a exlaqî û birdozî dijî. Di pêvajoya şaristaniya desthilatiyê re bandorbûna zilam dibe sedem ku jin bibe kole û ji saziyên jêr û jor yên civakê bê derxistin.
Civaka şareza di wateya civakî û siyasî de di nava civak û jinê de perçebûyînek mezin dide çêkirin. Jin ne tenê dikeve rewşeke ku serî bitewîne, tê asteke ku bi heqaretên herî giran re jî rû bi rû bimîne. Ji bo mirov bi pergala nû ve were girêdan jî, zayendîtiya jinê bikar tînin. Dayîka pîroz li Musaqadîn de dibe fahîşe û hêmaneke zayendîtiyê. Cûdabûna biyolojîk û fîzîkî êdî dibe karekterê kesayet. Zilam wer bawer dike ku jin di aliyê fîzîkî de lewazin û divê jiyana xwe girêdayî zilam bijîn. Di civakê de her qada jiyanê wek zilamatî û jintî tê cûda kirin. Şer, polîtîka û siyaset êdî dibe ayîdê zilam. Çêkirina xwarinê, mêzandina zarokan jî dibe ayîdê jinê tenê. Taybetiyên bi nirx ên jinê diguherînin îtaet û amûra piçûkbûnê, wêrekiya zilam jî diguherînin êrîşkarî û hêza wî jî dikin desthilatdar… Êrîşa herî mezin jî li ser cîhana derûnî ya takekes tê kirin. Hevaltiya jin û zilam, têkiliya wan hevkarî ye. Civaka ku xwe disparte vê têkiliyê, dikeve rewşeke ku têkiliya jin û zilam dikeve skandalekî zayendî. Nexasim heya statûya jinê di nava pergala şaristaniyê de neyê tehlîlkirin, ne sparteyên desthilatiyê ne jî yên koletiyê nayên îzahkirin. Tevahî cûreyên koletiyê jî, bi koletiya jinê ve girêdayî pêş dikevin. Ev koletî jî di nêzikatiya ji mirov, xweza û ji zarokan re, guhertin daye çêkirin.
Têkilî û hevşibîna jin û xwezayê hem di wateya mekan hem jî derûnî de jin nêzî xwezayê kiriye. Yekemîn xwedawend xwedawendên çiya ne, ev jî yekbûyîna dîrokî ya di navbera jin û azadî, jin û xwezayê de îfade dike. Plana veşartî ya dîrokî di vê têkiliyê de xwe dispêre şerên di navbeyna xwedawenda çiya û şahên bajêr. Bi civaka dewletger re hakîmiyeta sîstematîk a li ser xwezayê di serî de li jinê, li ser hemû mirovahiyê pêk tê. Mirov êdî, ji hişmendiya ku her tiştî zindî dihesibîne ber bi hişmendiya ku diyardeyên herî piçûk jî dabeş dike ve diçe.
Civaka şareza hêza xwe ji civaka xwezayî digre, bi nakokiya bi civaka xwezayî re mezin dibe û pêş dikeve. Mezinbûn û pêşketina wê nayê wateya ku taybetiyên civaka xwezayî tine kiriye. Îro di qonaxa civaka çînayetî de jî bi tevahî nirxên civaka xwezayî tine nebûye. Bandora civaka xwezayî heya bi hezar salan jî bi tevahî nedane aliyekê. Nirxên vê civakê hatin guhertin û veguhertin. Heta ji cewherê wê hatin derxistin, lê hebûna xwe wek hêza tehdîtkirina pergala serdest her parastiye. Wek mînaka vê; civakên bindest hîna jî xweziya etnîsîteyê dikin. Pir nirxên civaka xwezayî ji hêla şaristaniyê ve hatiye dizîn, mehandin an jî bi şûna wê nirxên şaristaniyê hatine avakirin, lê cewher nehatiye wendakirin. Civaka xwezayî, hucreya kok a mak nayê tinekirin. Di pergalên civakî de jî pergalek bi tevahî li ser red û tinekirina pergala din hebûna xwe nade çêkirin.
Derbasbûna civaka xwezayî ber bi civaka şareza di zayend û çanda jinê de yekemîn şkandin û belavbûnê çêdike. Bi vê sedemê Rêbertiya me vê pêvajoyê wek yekemîn şkandina zayendî bi nav dike. Bi newekhevîtî û zextan zayendek tê girtin û di esil de hemû civak tê girtin. Ji ber ya xuliqkar, rêxistinkar û hêza sereke ya jiyana civaka xwezayî jin e. Şkandina di zayneda jinê de, di çanda jiyana civakê de jî şkandinê dide çêkirin. Dem dem jin, carna jî zilam di pêvajoya destpêkirina hiyerarşiyê de bandor dibe, lê di dawiyê de bi serweriya zilam ev pêvajo bi encam dibe. Wiha jî şkandinên ku li gor berjewendiya zilam hatî çêkirin dibe destpêka zayendperestiya civakî. Desthilatdariya hiyerarşîk û dewletger ku di civakê de bilind dibe, koletiya jinê kûrtir dike. Desthilatdarî nikare bi spartgehkirina azadiyê xwe pêşbixîne, ji lewra jî li ser koletiyê bilind dibe. Jin bi beden, giyan û ramana xwe ve tê kolekirin.
Texrîbata civaka çînayetî ya li ser zayenda jinê di dîrokê de ti mînaka wê tine ye. Bi vê binkeftinê re jî di statuya civakî ya jinê de şkestinên mezin têne dîtin. Şkestina vînê rê li ber şkestina çanda pergala Neolîtîkê jî vedike. Di holê de ji jinê re tenê hêza zayendîtiyê ku bikar bîne dimîne. Êdî yên li dora jinê kom dibin ne ji ber zanebûn, nepenîbûn û hêza wê ya civakî kom dibin. Ji jinê re rêyek bilî bikaranîna fîzîk û zayendîtiya wê nayê hiştin. Ji bo xwesteka xwe ya herî piçûk jî pêk bîne zayendîtiya xwe bikar tîne. Rêbazên ku Înana ji bo wergirtina ‘me’yên xwe li dijî Enkî dişixulîne, di wateyek din de qêrîn û hawara jina wendakirî ye. Jin, her bêriya civaka xwezayî dike. Çêbûna utopya bihuştê, ji bêrîkirina Neolotîkê çavkanî digre. Jina azad a civaka xwezayî bi zincîran dikin êsîr. Ya herî dil bi êş jî vê rewşê wek ‘çarenûs’ bi jinê didin pejiradin. Jin, bi her nêzikatiya ku kesayeta wê bişkîne re rû bi rû dimîne. Civaka xwezayî ku azad dijiya, ne cihek wiha ye ku bi hêsanî dest jê biqere. Civaka xwezayî jiyana wê ye, esera wê ye. Qutkirina jinê ji civaka xwezayî jî di wateyeke din de qurt kirina damarên jiyana wê ye. Jina ku damara wê ya jiyanê hatî birîn bi mejî, dil û fîzîka xwe ve ayîdê kesên din e. Şerê xweda û xwedawendan ew çend dijwar û bê rehim bûye ku cîhana xwezayî ya jinê hildiweşîne. Li ser civaka xwezayî dogmatîzm û qederperestî tê bicihkirin. Bi şixulandina îcadên jinê re, jinê dikin kole. Jina xuliqkar dikin ya herî cahil û bêçare. Pîroziya mezin tê gemarî kirin û dîroka bi lenet destpê dike. Nasnameya jinê tine tê hesibandin. Ya bê wate cihê wateyê digre. Wendabûna jinê pir kûr e. Lewma jî têkoşîna xwedawendan dibe lorîn û hewarên dilşewat. Di civaka serdestiya zilam de cudahiyên ku xururê dişkîne têne kirin. Bi civaka çînayetî re jin dibe mijara bingehîn a serweriyê. Serwerî xwe dispêre mulkbûne, mulkbûn jî di heman demê de tê wateya wendakirina azadiyê.