STUTTGART – Çalakiyên ciwanên Kurd yên li hemberî tecrîda teqezkirî ya li ser Rêberê Gelan Ocalan berdewam in.
Ciwanên Kurd yên di danê şevê li Stuttgartê hatin li cem hev, li panoyên reklaman yên di navenda bajêr va afîşên ku bi Elmanî “Tecrîda teqezkirî ya li ser Abdullah Ocalan rawestîne” hatine nivîsîn daliqandin.
Di danê sibehê jî afîşên bi panoyên reklaman va ne bala merivên li derdorê dikişîne.