NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 19`ê Adarê de belavokek derxistibû û tê de gelek biryarên li dijî vîrûsa Korona dane bibîr xistinbûn. Ji van biryaran jî ya herî giring biryara qedexeya derketina derve li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Qedexeya derketina derve ji sibeha roja Duşemê ve 23-3-2020`an saet 06:00`ê sibehê destpê kir.
Biryar heya demek ne diyar wê berdewam bike. Li gorî wê;
-Tevger û veguhestin di navbera rêveberiyên xweser û sivîl, di navbera bajarên sereke, di nav her rêveberiyê de tê qedexekirin.
-Tevahiya xwaringeh, kafe, bazar, parkên giştî, iyadetên taybet, holên şahiyan û konên sersaxiyê têne girtin.
-Ji vê biryarê tenê nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor û Heyva Sor, dermanxane, komîteyên pakkirinê, karmendên paqijiyê, firin, dikanên firotina madeyên xwarinê tên istisnakirin. Her wiha erebeyên veguhestina madeyên xwarinê, şîrê zarokan û sahrîcên veguhestina sotemenî jî têne istisnakirin.
-Divê şênî van biryaran pêk bînin. Her kesê ku van biryaran pêk neîne wê rastî lêpirsîna qanûnî were.