NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya Yenî Yaşamê, ji ber vîrusa koronayê ku her roj li seranserê Cîhanê dibe sedema mirina bi hezaran mirovan, navber da weşana xwe ya çap kirî. Rojnameyê di rûpele xwe yê yekemîn bi ser navê “Ev ne nivîsa xatirxwestinê ye” têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber şertên ku vîrusa koronayê peyda kirine rast nabîbin ku rojnameyê bi awayekî çapkirî biweşînin.
Ji niha şûn de heta ku rewşa awarte ya ji ber vîrusa koronayê asayî bibe dê rojname 24 saetan bi awayekî dijîtal weşana xwe bidomîne. PDF’ên rûpelên xwe jî her roj li ser malpera xwe biweşîne.