NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsîyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê zihniyeta faşîzan a tirkan û rejîma Akp-Mhp’ê ku hevşaredarên 8 şaredariyan destgîrkirin û li şûna wan qeyûm tayînkirin şermezar kir.
Di daxuyaniyê de Înîsîyatîfê bal kişand ser rewşa heyî ya vîrûsa koronayê ku ji bo tevahî cîhanê buye xeterî û got: “Mesele ne AKP an jî MHP ye, Tirk dijminahiya me Kurdan dikin û ev sed sal e roj bi roj bêhtir ser me de tên. Carnan dikujin, carnan malên me xerab dikin, carnan dîroka me hildiweşînin, carnan welatê me dagir dikin û qeyûman rêdikin Kurdistanê.”
Befirehiya daxuyaniya Înîsîyatîfa Zarokên Agir wiha ye:
“Bila Kes Xwe Nexapîne! Tirk ne xwişk û birayên me nin!
Di demeke wiha de jî ku tevahiya cîhanê li hember vîrûsa korona li ber xwe dide, Tirkên faşîst, dewleta dagirker bi hemû derfetên xwe ji bo me Kurdan tine bikin bi şev û roj di nava xebatan de ne. Mesele ne AKP an jî MHP ye, Tirk dijminahiya me Kurdan dikin û ev sed sal e roj bi roj bêhtir ser me de tên. Carnan dikujin, carnan malên me xerab dikin, carnan dîroka me hildiweşînin, carnan welatê me dagir dikin û qeyûman rêdikin Kurdistanê.
Li dijî dagirkeriya sedsalî ya li ser Kurdistanê bi hestên tolhildan û azadiyê, em wek Înîsîyatîfa Zarokên Agir Tirkên faşîst dikin hedef û em ê bi berdewamî tolê bigrin. Yên bi şeref û bi namûs in înîsîyatîf ya wan e. Ev bênamûs ji gotinên xweş, ji sloganên aşitiyê û ji mirovahiyê qet fêm nakin. Ew çi dikin em ê bi heman rêbazî mala wan bişewitînin.
‘Ey, keç û xortên Kurdistanê, dayik û bavên dilşewat, zarokên welatê bindest!’
Çi ji destê we tê bikin. Yên dikarin, bişewitînin bê teredût pêtekî agir bi wan ve deynin. Yên dikarin bila rêkên wan bixetimînin. Yên dikarin bila ava wan, ava bajarê wan qirêj bikin. Her gavê camên wan bişkînin. Bila rehet ranezin. Çopên wan li kolanan belav bikin, welatê wan qirêj bikin, bajarê wan genî û gemar bikin.
Bila ti kes ji kesek din hêvî neke. Kes bila ne li bendê be ku wê axatinên siyasî dagirkeriyê bisekinîne. Dijmin guhdar nake, fêm nake. Tenê ji xerabkirinê fêm dike. Tenê yek hêza me heye, ew jî çalakî û tolhildan e.
‘Di dinyayê de vîrûsa herî xeter û tehloke mejiyê Tirkan a faşîst e’
Kîjan Kurd li kîjan bajarê Tirka jiyan dike heyanî ku Kurdistana Azad çêbibe; bila mala wan, li kolanên wan, li cihê karê wan bênavber agir pêxe. Em jiyanê li wan bikin dojeh.
We çiyê wan dît bişewitînin. Agirê Newrozê wer bi hêrsa tolhildanê gurr bikin. Yên ji xwe re dibêje ez Kurd im; ciwan an jî zarok, jin an jî zilam, pîr an zarok, ev doza şeref û namûsê ye, wek deynekî netewî di stûyê me hemûyan de ye.
Dijminê me tenê ji dijminahî fêm dike. Li dijî qeyûmên ser Kurdistanê, her derê ku Tirk lê jiyan dikin; qeyûm avêtin, xirab kirin, wêran kirin û şewitandina wê derê rêya şeref û namûsê ye.
Her kesê xwedî şere û namûs, em bangî wan dikin ku bila di nava hewldanan de bin.”