AMED – Li başûrê navçeya Licê ya Amedê, li taxên Zengê, Kerwes, Licokê operasyona leşkerî dest pê kir. Tevî gelek yekîneyên taybet helîkopter û balafirên şer ên bêmirov jî tevlî operasyonê bûne.
Di operasyonê de dor li taxan hate girtin û avêtin ser mal û kadînan. Hate ragihandin ku li herêmê lêgerîn dewam dike.
Wekî ku tê zanîn Leşkerên dagirkeriya dewleta Tirk ên ku duh Şirnexê derketin operasyonê darbe ji aliyê Gerîlla ve xwarin, agahiyên ku hatin ragıhandin 3 leşkerê dagirker ên Tirk hatin kuştın.