NAVENDA NÛÇEYAN – Li dinyayê nêzî 500 hezar kes ji ber koronavîrusê nexweş ketin. Hejmara kesên ji ber koronavîrusê mirine jî 22 hezar derbas kir. Li dinyayê 20 hezar kes îro nexweş ketin û nêzî hezar kes jî mirin. Ji 100 hezar zêdetir kes pak bûn û kesên rewşa wan xerab e jî ji 17 hezaran zêdetir e.
TIRKIYE
Rayedarên dewleta Tirkiyeyê diyar kirin ku hejmara nexweşan 2.443 e û hejmara miriyan jî 59 e. Rêxistinên tendirustiyê diyar dikin ku hejmara mirî û nexweşan zêdetir e.
Li ser civakê rîskeke mezin heye lê desthilatdariyê şaredariyên HDP’ê desteser kir û têkoşîna li dijî vîrusê da sekinandin. Desthilatdarî li Kurdistanê mirovan destgîr dike û li girtîgehan jî li dijî koronavîrusê tu tevdîr nayê stendin.
Serokê Saziya Bilind a Perwerdehiyê (YOK) Yekta Saraç got: “Wê îsal serdema biharê bi perwerdehiya ji dûr ve û bi perwerdehiya dîjîtal were kirin.”
HERÎ ZÊDE WÊ BANDOR LI TIRKIYEYÊ WERE KIRIN
Saziya derecekirina krediyan Moody’s derbarê aboriya G20 daxuyanî da û diyar kir ku herî zêde wê aboriya Tirkiyeyê têkeve bin bandora koronavîrusê. Vê saziyê sala borî di Mijdarê de rêjeya mezinbûnê Tirkiyeyê kiribû 3 lê vê texmîna xwe kir 1,4.
DYE
69 hezar kes nexweş ketin, 1037 kes mirin
ÎTALYA
74 .386 kes nexweş ketin, herî kêm 7500 kes mirin.
ÎSPANYA
Hejmara nexweşan bû 56.188, ya miriyan jî bû 4089.
ÎRAN
Hejmara nexweşan bû 30 hezar, 2234 kes jî mirin.
ELMANYA
40 hezar kes nexweş ketin, 224 kes mirin.
FRANSA
25.233 kes nexweş ketin, 1331 kes mirin.
SWÎSRE
11.316 kes nexweş ketin, 171 kes mirin.
SWÊD
2735 kes nexweş ketin, 66 kes mirin.
HOLLANDA
7431 kes nexweş ketin, 434 kes mirin.
BELÇÎKA
Hejmara nexweşan zêde dibe. 6235 kes nexweş ketin û 220 kes mirin.
KEYÎTÎYA YEKGIRTÎ
9529 kes nexweş ketin, 465 kes mirin.
DANÎMARKA
Herî kêm 1000 hezar kes îro nexweş ketin. Hejmara nexweşan bû 1851 ya miriyan jî 41.
EVÛSTÛRYA
6 hezar kes nexweş keti 42 kes jî mirin.
KANADA
3409 kes nexweş ketin, 36 kes jî mirin.
JAPONYA
1307 kes nexweş ketin, 45 kes mirin.
ÇÎN
60 jê nû 81.285 kes nexweş ketin û 3287 kes mirin.